2004 - 2011

event

Bernameya yekem ya navendê: Bernameya Mala Rojnamevanan, ku digel bernameyek xebata veşartî da bû, li ser 'Piştgiriya girtiyên siyasî û derbirînê ji bo wan û malbata wan'. Bername ji hêla komek parêzerên dildar ve di hat meşandinTîma Navenda Sûriya yî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad (SCM) li ser azadiya ragihandinê xebat kir, û tê de azadiya derbirînê jî. Di heman demê da gelek rapor li ser performansa medyayê hatin amadekirin, û li ser çavdêriya medya û çapameniyê ji hêla rayedarên Sûrî ve, û bi giştî li ser azadiya derbirînê amade kir. Navenda Sûriya yî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad (SCM)ê li ser heman mijaran, gelek kampanya jî dane rêxistin.Navenda Sûriya yî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad (SCM)  zû wekî parêzvanek sereke yê azadiya derbirînê û mafên mirovan hate nas kirin. Di demek kurt da gelek proje û çalakî wekî (e-rojnameya 'Sena Sûrî'), û kampanyayek li dijî pişkinîna medyayê hat li darxistin, her wiha pilana serdana şandekê ji rêxistina Rojnamegerên bê Sînor bo sûriya yê li darxist (lê hat red kirin), her wiha Navendê zimanê Kurdî wekî zimanek serke di nav zimanên fermî yên Navendê pijirand , di dema ku ew li hemû saziyên Sûriyê di hat qedexekirin, wekî din kovara Yem hat afirandin, û hilberîna gelek lêkolîn û raporan. Van çalakiyan Navend kir wek aramanc ji dezgehên ewlehiyê û gelek caran karên Navendê qedexe dikirin. Wekî din, di 2006an da Navendê bernameyek ji bo piştgiriya civaka sivîl ya Sûrî dest pê kir.Nivîsgeha SCM du caran hate girtin, di 2006 û 2009 da. Her du caran tîmakar bi dilsoz û çalakî zû nivîsgeh di vekir. Wekî din, damezirînerê SCM Mazin Derwîş û Rêveberê Kargêrê Hesen Kamel di 2008an da ji hêla rayedarên leşkerî ve hatibûn girtin. di vê heyamê da, Navendê pir berhemdar bû, wekî li jêr hatî vegotin.

Bêtir bixwînin

2011 - 2016

event

Sala 2011an qûnaxek nû bû di xebata Navendê da, ku bêtir girîngî dida belgekirina binpêkirinên mafên mirovan û piştgiriya çalakvanên medyayê û azadiya axaftinê. Tevî ku Navendê rengê karên xwe guhertin lê di sala 2011an da Navend SCM wek şêwermend taybet bo Konseya Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî (ECOSOC) hat destnîşan kirin. Li di gel vê yekê da, gelek kêşe, astengî û metirsî peyda bûn, di nav da , wek mînakî, girtina Razan Ghazzawi, blogerekî Amerîkî-Sûrî.Di heman salê de, SCM Navenda Belgekirina Binpêkirinan (VDC) ava kir.SCM di heman demê de du platformên medyaya Sûrî - Ana Mondas û Klûba Medya - ava kir û piştgirî da du platformên din yên medyayê, Enab Baladi, û Raising Freedom, her wiha raporên derbarî 'Xebatkarên Çapemeniyê li Sûriyê di bin Binpêkirinan da ne' û 'Çapemeniya Li Dijî Hemwelatîbûnê' amade kir. Damezrênerê SCM Mazin Derwîş, di 2011 de du caran hate destgîr kirin, paşê wekî endamê koma xebata neteweyî ya ku qanûnên çapemeniya Sûrî dinirxîne hate hilbijartin.Sala 2012 bi brîn bû ku dît 13 endamên tîmê SCM digel damezrînerê Navendê hatin girtin. Hevkarek, Ayham Xezûl, di bin îşkenceyê da hate binçav kirin û hevkarek din, Xelîl Matûq, hat girtin û winda bû.Di sala 2013an da çi pêşkeftinek çênebû: çar hevkar li nivîsengeha Dûma yê, Rezan Zeyîtûna, Nazim Hamadî, Waîl Hemadeh û Semira Al-Xalil, hatin revandin.Bi çalakiya parêzvaniya hevkara me Yara Bedir bi di gel tîma mayî, bo berdana endamên girtî yên Navendê, ku bang ji astên herî bilind yên UN û ji dîplomasiya navneteweyî hatin kirin bo berdana wan.Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî doza serbestberdana endamên SCM yên ki, ku di Biryarnameya A / RES / 67/262 de hatî diyar kirin bû, ji ber vê yekê UN HRC WGAD di rûniştina xweya 68an da Çireyê Paşîn/ Mijdar 2013 di ramanên di binê referansa A / HRC / WGAD de hatî qebûl kirin / 2013/43, Parlamentoya Ewropa jî biryara 2015/2732 pejirand ku tê de tê xwestin ku hevalên me di Hezîran 2015 da serbest werin berdan, lê ew heya dawiya 2015 tevî biryara Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî 2139 ku serbestberdana hemî girtiyên keyfî bên berdan.Xebata rêxistinê li pêşberî van zehmetiyan berdewam kir, û her ku qebereya wê zêde bû û gelek proje hatin pêşxistin. Di 2014-2015 da, SCM piştgirî da destpêşxeriya çalakiya jinek Sûrî ku dibistanek seretayî ji bo zarokên penaber yên Sûrî li Geliyê Beka yê, Libnan ava bike. Rêxistinê di 2014 de ji zêdetirî 2500 sernavên pirtûkan li gundewarê Şamê belav kir da ku piştgiriyê bide xwendinê û asta xwendinê zêde bike.SCM li Neteweyên Yekbûyî çalak bû, ku beşdarî rûniştina Konseya Mafên Mirovan di Hezîrana 2015an de li Cenevreyê kir, beşdarî biryara 2222 ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bû, û beşdarî Civata Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî 7450 ku di 27 Hezîran 2015 de li NewYork bû.SCM di 2014 de tevlî  Fedirasyona Navdewletê bo Bergiriya Mafên Mirovan (FIDH) bû. Di 2015 da, hewldanên ku li jor hatine vegotin di encamê da serbestberdana sê hevkarên dawîn yên ku hîn jî hatibûn binçav kirin Hani AlZitani, Husên ALxurair û Mazin Darwîş.

Bêtir bixwînin

2016 - 2020

event

Di sala 2016an da SCM karên xwe domand kirin, ango qada xebata xwe kêm nekir. Rêxistin ji bo salên xwe yên ku ji bo azadiyê şer kirî hate pejirandin û bi lezgînî wekî yek ji saziyên sivîl yên mafên mirovan yên Sûrîyeyî hate qebûl kirin. Ew bû endamekî çalak di çend koman da, di nav wan de Odeya Piştgiriya Civaka Sivîl aa Sûrî, Koma Piştgiriya Medya Sûrî, û Koma Hevrêziya Dadweriya Demkî. Tora din û endamtiya komên mafên mirovan û medyayê yên pir çalak şopand. SCM jî beşdarî GFMD, IFEX, Mafên EuroMed û IPI bû.Bernameyên Mala Rojnamegeran, Çavdêriya Karê Medyayê û Dozên Stratejîk, ku ew ji dawiya 2015-an hatin damezirandin, lê di 2016-an da dest pê kir ku bikeve meriyetê.Di 2018 da, SCM dest bi pêşengiya komên civaka sivîl yên mafên mirovan yên Sûrî kir. Wê hewildanên xwe ji bo piştgirî û hêsankirina çalakiyên civaka sivîl ya Sûrî û komeleyên malbatên qurbanan zêde kir, ku bû sedem ku rêxistin pişt re Projeya Komeleya Mexdûran destpê bike.SCM bi saziyên navneteweyî ra hevkariya xwe zêde kir û di gel MOU-yên d jî îmze kir, tevlî Mekanîzmaya Navneteweyî ya Bêalî û Serbixwe (IIIM) bû. Her weha rêxistinê postên din jî stendin.SCM hewl da ku kapasîteya xwe ava bike û vê çerxa fireh a projeyan berfireh bike û bi pêşxistina nexşeyek stratejîk, ku tê de hebûna fîzîkî ya li welatên din, şêwirmendiyên bi pisporan re di nav de NGOyên navneteweyî yên plansaziya stratejîk, û avakirina kapasîteya tîmê. Ev bi rêkûpêkkirina rêxistinê û anîna cûrbecûr pisporiyek ji bo baştirkirina bernameya rêxistinê, kapasîteya darayî, îdarî û operasyonê pêk hat.

Bêtir bixwînin