Pêşbînî
Pêşbîniya SCM ji bo cîhanek ku xwe dispêre azadî, dad û wekheviyê ku rêzdariya kesane, mafên mirovan û azadiyên bingehîn rêz dike ye.
Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dezgeheke sivîl a serbixwe, nehikûmî û neqezencker e. li ser avakirina civakekê ku azadîya derbirînê, mafên mirovan û gihaştina bo dadmendîyê garantî dike, dixebite. Nerîna wê cîhaneke demoqratîk e ku dadmendî, azadî û wekhevîyê ji xwe re bingeh digire û rêzdarîyê li rûmeta mirov û mafê wî digire.
Mazen Darwish Navenda Sûriya yî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad (SCM) di sala 2004an da Şama paytext damezrand, di demekê da ku di wê demê da qada giştî bo çalakvanan û xebata civaka sivîl gelek teng bû. Û daku ev destbexşerî li ser asta navdewletî bê bihîstin, Derwîş sazî li welatê Fransayê bi awakî yasayî tomar kir.
Pêşbîniya SCM ji bo cîhanek ku xwe dispêre azadî, dad û wekheviyê ku rêzdariya kesane, mafên mirovan û azadiyên bingehîn rêz dike ye.
SCM dê bi pêşbîniya xwe misoger bike di rêya parsitina mafên mirovan û azahiyên bigehîn û rêzgirtina ji wan ra, û di rêya bi destanîna rastî, û dadwerî, û lêpirsîn û parsrina azadiyan. Daku bibe hêzek pêbawer û pejirandî bo xêrxwazî û başkirina mafên mirovan û mafên bingehîn bi awakî zelal bo kesên ziyandîtî ji şerê li Sûriyayê, her wiha Navend dê navend bi awakî çalak hevkar be bo parstina ewlehî û aştî yê.
Xebata SCM-ê ji bo gihîştina cîhanek ku ji maf û rûmeta mirovan re rêz lê tê girtin, li ser bingeha pêbawerî, durustî, dad, azadî û dadperweriyê ye. Amûrên rêxistinê profesyonelî, serxwebûn û zelalbûn e. Ew bawer dike ku hevaltî û hevkarî awayên çêtirîn yên gihîştina mebestan, li ser her astê, û pirrengî ji xwe re nirxek û armancek e.
SCM ji hêla Desteya Rêveberan (BOD) ve tê birêve birin, sazûmana rêveberiya rêxistinê ku kar û çalakiyên wê dişopîne û alîkariya wê dike ku rêya stratejîk diyar bike. Komaxebat salê sê caran dicive.Avahiya SCM-ê bi karanîna rêbaza avahiya kardarî ye, ku ew li gor rêxistinên kevneşopî yên ne-qezenc e, ji ber ku SCM kar dike û li gelek deveran û karmendên wê hene ku bi gelek beşên re dixebitin. Karkeran Navendê li ser bingeha taybetmendî û pisporî tê hilbijartin. Avahî rêzika ragihandinê û zincîra fermanê, nêzîkatiya ji jor-jêr ve bikar tîne nîşan dide.Di jêr komaxebatê (BOD) da, di warê rêveberiya rêzê de, hemî beşên kargêrî rasterast ji rêveberê Giştî (GD) re berpirsiyar in, ku ew ji hemî Operasyon û Bernameyên SCM re berpirsiyar e.Di dawiya 2019 da, Navend li welatên jêrîn pêda dibe: Sûriya 38, Tirkiye 25, Ewropa 44, MENA 8 û Amerîkaya Bakur 3, bi kêmûzêde 118 karmendên (di nav de 39 dildar) hene.