page header page header

28 / 04 / 2015

Derengkirina nehan di rûniştina gotina sezayê de

Dadwerê dadgeha terorê “Rîda Mûsa” gotina sezaya doza girtîyên “Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê” bo 14ê gulana 2015an bidûr xist û bi vî rengî bû cara bîst û duyan ku dadgehkirina damezrênerê Navendê; rojnamevan û mafnas Mazin Derwîş û hevkarên navendê Hanî Elzîtanî û Hisên Xerîr tê derengkirin, her weha ji çaxa derketina… Continue reading Derengkirina nehan di rûniştina gotina sezayê de

Dadwerê dadgeha terorê “Rîda Mûsa” gotina sezaya doza girtîyên “Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê” bo 14ê gulana 2015an bidûr xist û bi vî rengî bû cara bîst û duyan ku dadgehkirina damezrênerê Navendê; rojnamevan û mafnas Mazin Derwîş û hevkarên navendê Hanî Elzîtanî û Hisên Xerîr tê derengkirin, her weha ji çaxa derketina lêborîna serokî ya hizêrana 2014an ku tometa “Belavkirina Karên Terorî” jî li xwe girtibû, ev cara nehan e ku dadgehkirin tê bidûrxistin.

Du sal û pênc meh ji çaxa tometkirina Mazin Derwîş, Hisêz Xerîr û Hanî Elzîtanî ji 14ê mijdara 2013an ve, bêhtir sê salan jî li ser girtina wan derbas bû, tev jî bi bidûrxistin û derenkirineke ku pêdivî pê tuneye bê ku li gor qanûnê dema rûniştina bê were ragihandin lê ji nijka ve dihate ragihandin, derbas bû. Sê salên bangewazîyên û daxwazên navdewletî ji Hikûmeta Sûrîyeyê ku pabendîyên xwe bi Komeleya NYyê ya Giştî bi cih bîne (biryara 67/262 ya 15ê gulana 2013an) û biryara (2139) ku Encumena Ewlekarîyê di 22yê sibata 2014an de li xwe girt, biryar jî doza serbetkirina demlidest û bê şert û merc bo Mazin Derwîş û hevkarên wî, lê hîn jî alîyên berpirs van tevan paşguh dikin.

“Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê” weke sazîyeke serbixwe, xwedî posteke şêwirmendî di Encumena Aborî, Civakî ya NYyê daxwaza rawestandina bidûrxistinê û serbeskirina endamên xwe yên girtî bi awayekî demlidest û bê derengkirin dike.