06 / 10 / 2021
Dademendî û Dewleta Yasa
Li ser garantîkirina rêzdarîya li mafên mirovan û dijatîya reva ji...
01Rêvename
Bo avakirina mekanîzmayên parastina medya Sûrî di rêya mekanîzmayên parastinê û hişyarkirina rewşa dijwar.
Bêtir bixwîninArmanca Mala Rojnamegerî pêşkêşkirina lêvegerekê û xaleke kar ya berdewam der barê parastin û geşkirina torên ragihandinê yên Sûrîyayî û kesên ku di warê ragihandinê de kar dikin.Mala Rojnamegerî gelek şêwazên piştevanîyê bo civaka ragihêner li Sûrîyayê pêşkêş dike û di encamê de naveroka ragihênerî bi pêş dikeve û prensîp û nirxên pîşe bo torên ragihandinê û parastina karmendan tên çesipandin.di sala 2017an de, Mala Rojnamegerî bal kişand ser parastin û piştgirîya kesên ku di warê ragihandinê de kar dikin her weha dezgehên ragihandinê. Ji bo bicihanîna vê armancê, me binpêkirinên der heqê ragihêneran, karmendên ragihandinê û torên ragihandinê de bi belge kirin her weha me gihaştina bo şêwazên piştgirîyê hêsan kir: mîna peydakirina alîkarîya pizîşkî di rewşên awarte de û gihaştina bo deverên ewle di rewşên metirsîdar de.
Bêtir bixwîninprogram dê van çalakîyan berdewam bike her weha dê karê xwe berfireh bike ji bo peydakirina alîyekî lêkolînan der barê rewşa ragihandina Sûrîyayî de bi rêya lêkolîneke kûr û pratîk armanca wê bilindkirina asta hişmendîyê di ragihandina Sûrîyayî de û çalakkirina xebatên bipêşxistina ragihandina Sûrîyayî li gor pêdivîyan. her weha program dê giranîyê bide bipêşxistina karînên rojnamegeran û dezgehên ragihandinê Sûrîyayî di warê parastina dîcîtalî bi rêya çalakîyên ku wan ji van metirsîyan agahdar dikin her weha naskirina çawanîya xweparastinê.em li gel hevkarên navdewletî û rêxistinên ragihêer û mafnas dixebitin ji bo peydakirina awayên parastinê yên navdewletî û bipêşxistina jîngeha kar.
Bêtir bixwînincase files in internal file building stage
12 legal cases under investigation by general prosecutor in 7 European countries
legal cases are in public court of law
Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dixwaze bi rêya beşê parastin û piştgirîyê di nava Mala Rojnamegerî de, li gel rêxistinên alîkar, hemû şêwazên piştgirî û parastinê yên peyda ji rojnamegeran re pêşkêş bike da ku karibin karê xwe di rewşeke ewle de berdewam bikin.
eger pêdivîya te bi piştgirî û parastinê hebe, ji kerema xwe re vê kaxezê dagire li gel teqezîya pêlkirin Submit piştî bidawîkirinê.
400 rojnamevanan ji sala 2017 ve pakêtên piştgiriyê girtin
15 dezgehên ragihandinê piştgiriya teknîkî stendin (ewlehî û alavên dîjital)
4 rapor ji sala 2017 va hatine nivîsandin
9 korsên handanê bo kes û rêxistinan hatine birêve birin.
06 / 10 / 2021
Li ser garantîkirina rêzdarîya li mafên mirovan û dijatîya reva ji...
06 / 10 / 2021
Azadîya derbirînê ew e bingeha avakirina civakên azad û demoqrat û...