06/10/2021
Dademendî û Dewleta Yasa
Li ser garantîkirina rêzdarîya li mafên mirovan û dijatîya reva ji sezayê li gel alîkarîya qurbanîya ji bo gihaştina dadmendîyê kar dike, bi rêya van gavan: Çesipandina çanda dadmendî û cezkirinê û birêvebirina programên wê li gel balkişandina ser giringîya wê. Dadgehkirina stratîcîk ji bo sezakirinê di binpêkirinên ku li Sûrîyayê de çêbûne ji hêla… Continue reading Dademendî û Dewleta Yasa
Li ser garantîkirina rêzdarîya li mafên mirovan û dijatîya reva ji sezayê li gel alîkarîya qurbanîya ji bo gihaştina dadmendîyê kar dike, bi rêya van gavan:
- Çesipandina çanda dadmendî û cezkirinê û birêvebirina programên wê li gel balkişandina ser giringîya wê.
- Dadgehkirina stratîcîk ji bo sezakirinê di binpêkirinên ku li Sûrîyayê de çêbûne ji hêla hemû alîyên şer bi taybet bi rêya xwendin û bikaranîna prensîpa taybetîya cîhanî.
- Lêpirsîn, bibelgekirin, dabeşkirin û parastina delîlên binpêkirinêm mafên mirovan ji bo bikaranîna wan di xebatên lêpirsînê û çalakîyên mîkanîzmên navdewletî.
- Yekîne dixwaze karê xwe bi pêş ve bixe da ku binpêkirin û dadgehkirinên girêdayî zarokan, tundîya cinsî, îşkencekirin û yên din jî li xwe bigire.
- hilanîna hemû rengên cûdakirinê dijî kesên paşguhkirî.
- Piştgirîya prosesa çaksazîya qanûnî û çêkirina qanûn, siyaset û çarçoveyên qanûnî ji bo parastina mafên mirovan û azadîyên sereke bo hemû kesan.
- Garantîkirina hebûna proseyeke dadmendîya veguhêz li Sûrîyayê li gor pîvanên ku nûnertî û beşdarîya qurbanî, jin û kesên paşguhkirî ji gelê Sûrîyayî bi giştî garantî dike.
- Avakirina karên hevbeş di warê mafên mirovan û dadmendîyê de her weha hilanîna parastina ji cezkirin û sezakirinê.
- Çalakkirin û perwerdekirina kes û dezgehênku di warê mafên mirovan û dadmendîyê de kar dikin çi li hundir an derveyî Sûrîyayê bin.
- yekîne dixwaze çarçoveya bikaranîna prensîpa taybetî cîhanî li dewletên ewropî û ne ewropî di demeke nêz de berfireh bike.